Hevdemê xwepêşandan û nerazîbûnên Îraniyan, li Îraqê xwepêşander êrîşî saziyên Komara Îslamiya Îranê dikin. Li bajarê Necefê, xwepîşanderên Îraqî agir berda qonsilxana Îranê. Di nav Îranê de jî xwepêşander êrîşî polîs û hêzên Besîc û bankan dikin.
Dr. Mecîd Heqî dibêje, destêwerdanên Îranê di kar û barên welatên dî de bûye sedemê van nerazîbûnan li dijî rijêma Îranê li wan welatan û di Îranê de. Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka-VOA, Dr. Mecîd got, dereng bala cîhanê ket ser xwepêşandanên vê carê yên Îraniyan jiber kû jinişkêve bûn û ne rêkxistî bûn ji layenên siyasî ve.