Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtîyekî Kurd li Îranê Piştî 14 Salên Zindanê Hat Darvekirin


Rêxistina Mafên Mirov (Hengaw) ragihand ku zindanîyê Kurd Kameran Şêxe îro Pêncşemê piştî 14 salan ji zindankirinê, li girtîgeha navendî ya Urmîyê hate darvekirin.

Li gor Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê û Hengawê, Kameran Şêxe, ku Misilmanekî Sunne bû, pêştir di dozeke hevbeş de ligel 6 girtîyên din yên olî yên Kurd bi navên Qasim Abeste, Eyûb Kerîmî, Dawûd Ebdullahî, Ferhad Selîmî, Enwer Xezrî û Xesrew Beşaret bi darvekirinê hatibû mehkûmkirin. Di mehên dawî de cezayê darvekirinê yê wan 6 girtiyên jî hatibû cîbicîkirin.

Ew heft kes di sala 2009'an de hatibûn girtin û bi mehan li navendên ewlekarî yên Îranê rastî êşkenceyên giran yên bedenî û derûnî hatibûn, ji bo wergirtina mukirhatinên bi darê zorê.

Di Gulanê de, rêxistina Amnesty International got ku Kameran Şêxe di bin metirsîya darvekirinê de ye û behsa veguhestina wî bo zindana yekkesî kiribû.

Rêxistinên mafên mirov gelek caran radigihînin ku li Îranê girtî bi tundî hatine êşkencekirina da ku "mukirhatinên bi darê zorê" ji wan werbigirin.

Girtî di sala 2016’an de di rûniştina yekê ya darizandinê de bi tawana ku "Çalakiyên dijî ewlekarîya netewî", "propagandaya li dijî hikûmetê" û "endamtîya komên selefî" cezayê darvekirinê li wan hatbû birîn, lê di sala 2017’an de piştî parêzeran doza wan biribû dadgehê û cezayê darvekirina wan hat betal kirin.

Lê piştî ku doz ji Dadgeha Şoreşê ya Tehranê re hat şandin, her heft kes di Adara 2018'an de careke din bi îdamê hatin mehkûmkirin û cezayên wan di dawîyê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Li aliyekî din, rêxistina HENGAW radigihîne ku li bajarê Kamyaran piştî merasîma cenazeya Îsmaîl Kerîmî, 8 çalakvanên Kurd yên sivîl û jîngehparêz hatin girtin.

Îsmaîl Kerîmî çalakvanekî jîngehparêz bû. Ew xelkê bajarê Kamyaran bû ku doh Çarşemê li gundê "Necefava" yê ser bi Kamyaranê ve û bi amadebûna hezaran kesan hat oxir kirin.

Di vê merasimê de xelkê sloganên wekî "şehîd namire" û "kak Îsmaîl qehreman e, şehîdê Kurdistanê ye" bilind kirin.

Îsmaîl Kerîmî, du roj berî niha di dema kontrolkirin û vemirandina agirê çiyayên derdora Kamêranê de ji ber ku tûşî şewata di rêjeya %80 de hatibû, wî di demjimêrên destpêkê yên sibeha Çarşemê de canê xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG