Ji bo protestokirina darvekirina 4 ciwanên Kurd ku serê sibeya roja Duşemê li girtîgeha Qizelhesar ya Kerecê pêkhatbû, roja Sêşemê li gelek bajarên herêmên kurdan li astana Kurdistana Îranê grevên birçîbûn û meşên proterstoyî pêkhatin.
Li gorî rêxistinên ku xwe dispêrin agahiyên çalakvanên navxwe ya Îranê, li bajarên Merîwan, Dîwandera, Mehabad, Degalan, Kirmaşan, Bokan, Seqiz û Sine grevên giştî yên kedkaran hatine lidarxistin.
Pêzanînîn gihane rêxistina Hengaw'ê, jinan îro Sêşemê li bajarê Bokan'ê li ber mala Wefa Azerbar kombûne û silogana "şehîd namire" berz dikin.
Li gorî Hengaw, di dema grevê de li piraniya bajaran peywendiyên telefon û înternetê lawaz bûne û hêzên ewlehiyê yên Îranê li kolan û cihên giştî hatine bicihkirin.
Li hin bajar û bajarokan merasîmên cenaze hatin lidarxistin, tevî ku hikûmetê cenazeyên 4 kesên hatine darvekirin radestî malbatên wan nekirine.
Roja duşemê, Mohsin Mazlûm ji Mahabadê, Pejman Fetehî ji Kamran, Wefa Azarbar ji Bokanê û Mihemed Feramerz ji Dewlanê li girtîgeha Qzelhesar ya Kerecê hatin darvekirin. Her çar kesên ku hatine sêdaredan di bin 30 salî de bûn.
Ew darvekirin ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û welatên ku di nav de Amerîka jî heye, hat şermezarkirin. Ofîsa nûnerê taybet yê Amerîka bo Îranê got: "Em bi tundî darvekirina 4 ciwanên Kurd-Îranî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin, piştî raporên îşkence û dadgehkirinên nedadwer. Ev bidarvekirin binpêkirinên eşkere yên mafên mirovan ji aliyê rejîmê ve pêşçav dike. Em ê jibo van binpêkirinan lêpirsîna li dij Îranê bidomînin." "
Ew 4 kes di Tebaxa 2023an de ji aliyê Şaxa 26'ê ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcdariya belavkirina "fesada li ser rûyê erdê" bi rêya alîkarî û sîxûriya jibo Îsraîlê bi cezayê darvekirinê hatbûn sizadan.