Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje "Toreke Terorîst"ên Kurd Girtîye, Lê Kurd Wê Îdîayê Red Dikin


Mafê Mirovan û Sêdardan li Îranê
Mafê Mirovan û Sêdardan li Îranê

Wezareta Îtîlaata Îranê roja Çarşemê ragihand ku wê 10 endamên "toreke terorîst" li bakurê rojavayê welêt ku endamên komên cudaxwaz yên Kurd in, ku bingehên wan li Herêma Kurdistana Îraqê hene, girtine.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku, "Her 10 endamên torekê ne, ku bi rêya herêmên sînor yên estana Azerbaycana Rojava ketin nava welêt û ji aliyê terorîstên cihêkar ve yên li Herêma Kurdistana Iraqê ve dihatin destek kirin, hatin desteserkirin, hatin girtin.".

Wezaretê îdîa kir ku kesên hatine girtin plansaziya çalakiyên cuda kirine, "wêran kirinan, teqîn, êrîşên li hemberî navend û saziyên girîng û aborî yên welêt, astengiyan derdixînin û mirovan neçarî wergirtina pere û tiştan dikin."

Wezaretê her wiha destnîşan kir da ragihandin ku, çek û teqemenî jî bi wan re hatine desteserkirin.

Îranê di van demên dawî de Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê û Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) ku li Herêma Kurdistana Iraqê ne bi pêkanîna çend êrîşan li ser xaka wê tawanbar kir.

Grûpên Kurd red dikin ku kiryarên terorîstî bikin û dibêjin ku ew jibo mafên kêmneteweyên xwe li Îranê şer dikin.

Rêxistina Hengaw ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de ragihand ku 7 welatiyên gundên Singan û Bêmzurtê yên girêdayî bajarê Şnoyê di sibeha 13 'ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên îtlaata bajêr ve hatine binçavkirin "Hêzên îdareya Îtlaatê êrîşî gundê Bêmzurtê kirin û pêşnivêjê gund Mele Mihemed Tehazada, Feraan Îbrahîmî endamê şêwirmendiya gund û Abdulrahman Sadqî Dehyarî girtine."

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê di raporteke xwe de dibêje "Li bajarê Bane yê estana Kurdistanê hêzên asayîşê 8 welatiyên Kurd binçav kirine û veguhastine cihekî nediyar."

Têbînî: Hinek zanyarîyên evê nûçeyê ji ajansa nûçeyên Fransa hatin girtin

XS
SM
MD
LG