Ajansa nûçeyan ya Tasnîmê, ku ajanseke nîv-fermî ye, îro Sêşemê ragihand ku li Tehran ya paytexta Îranê jiber êrîşên Îsraîlê tunela berevanîyê tê çêkirin.
Tunela li nêzî navenda bajêr rawestgeheke metroya Tehranê li Nexweşxaneya Îmam Xumeynî girêdide.
Berpirsê Veguhestinê ya Konseya Bajêr ya Tehranê ji Tasnîmê dîyar kir ku li Îranê ev cara pêşî ye jibo berevanîyê tunel tê çêkirin.
Îsraîlê meha borî êrîş biribûn ser kargehên muşekan yên li Tehran û li rojavayê welêt.
Karbidestên Îsraîlî ser wan êrîşan gotibûn bersîva êrîşên Tehranê ne ku di 1’ê Cotmehê de biribûn ser Îsraîlê.
Jêder: Reuters