Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hişyariya Encamên Rijd Dijî Her Êrîşeke Îsraîlê Li Libnanê Dide


Serokê Îranê Mesûd Pizîşkyan
Serokê Îranê Mesûd Pizîşkyan

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkyan di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron ragihand, her êrîşeke Îsraîlî bo ser Libnanê dê encamên cidî li ser Îsraîlê hebin.

Karbidestên Îsraîlî koma Hizbullah a Libnanî ya ku Îran piştgirîya wê dike tawanbar kir bi êrîşa bi rokêtê ya ku roja Şemîyê li qada futbolê ya li Girên Golanê yên di bin dagirkerîya Îsraîlê de ketibû û di encamê de 12 zarok û ciwan hatin kuştin, û soz dan ku dê bersiveke tund bide. Hizbullahê berpirsyariya êrîşê red kir.

Pizîşkyan li ser medyaya dewleta Îranê got: "Her êrîşeke muhtemel a Îsraîlî li ser Libnanê dê encamên cidî ji bo Îsraîlê hebin."

Pizîşkyan di axaftina xwe ya bi Macron re, got: "Em amade ne ku têkiliyên xwe yên bi Fransayê re li ser bingeha pêbaweriyê pêş bixin."

Macron roja Yekşemê bi Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu re axifî, Serokatiya Fransî got, di demekê de ku Parîs hewl dide rê li ber aloziyeke berfireh di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bigire.

Serokatiyê got ku Macron bi bîra Netanyahu xistiye ku Fransa bi tevahî pabend e ku "her tiştî bike da ku ji aloziyek nû ji herêmê dûr bixe bi rêya şandina peyaman ji hemî aliyên ku di şer de beşdar in".

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG