Lînkên eksesibilîtî

 
Îran Dibêje Eger Îsraîl Êrîşî Xezayê Bike, Tu Kes Nikare Kontrolkirina Rewşê Garantî Bike
Breaking News

Îran Dibêje Eger Îsraîl Êrîşî Xezayê Bike, Tu Kes Nikare Kontrolkirina Rewşê Garantî Bike


Wezîrê derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan (Arşîf)
Wezîrê derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan (Arşîf)

Îranê Yekşemê hişyarî da ku "tu kes nikare garantîya" kontrolkirina rewşê bike, eger Îsraîl êrîşî Xezayê bike, berî êrîşa bejayî ya hêzên Îsraîlî.

Wezareta derve ya Îranê ji ser zarê wezîrê derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan got: "Eger êrîşên Rejîma Siyonîstî (Îsraîl) li dijî welatiyên bê berevanî û xelkê Xezayê berdewam bin, tu kes nikare kontrolkirina rewşê û berfirehnekirina nakokiyan garantî bike.

Ebdullahiyan ev axaftin di hevdîtina xwe ya bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al-Sanî re, kir.

Li gorî çavkaniyên wezareta tenduristiyê ya Filistîniyan, danê sibê li Kerta Xezayê û Kenara Rojava hejmara miriyan gihişt 2,383 Filistînî û 10,814 kes jî birîndar bûn.

Li Xezayê hejmara kuştiyan bû 2,329 Filistînî û 9,714 kes jî birîndar bûn, li Kenara Rojava jî ji ber şerê di navbera Hemas û Îsraîlê ku di 7ê Cotmehê de dest pê kir, 54 kes mirin û 1,100 kes jî birîndar bûn.

Çavkanî: AFP/Rueters

XS
SM
MD
LG