Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Serokê IAEA re Dibêje Ew ji Danûstandinan re Amade Ye


Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro Pêncşemê got ku Tehran amade ye ku pirsgirêkên bi ajansa navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re çareser bike, lê ewê hember givaştinan serê xwe netewîne.

Araqçî ev daxuyanî piştî hevdîtina bi Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) Rafael Grossi re li Tehranê da.

"Em dixwazin ku li ser bingeha berjewendîya xwe ya neteweyî û mafên xwe danûstandinan bikin, lê em ne amade ne ku di bin zext û tirsandinê de danûstandinan bikin," Araqçî li ser X’ê got.

Wî behsa sê hêzên serekî yên Ewrupî, Fransa, Almanya û Brîtanya (E3) dikir.

Araqçî hevdîtina bi Grossî re wek gaveke girîng û rasterast bi nav kir û serokê sazîya enerjîya Atomê ya Îranê Mihemed Îslamî jî got ku hevdîtin avaker bû.

Hin dîplomatên Rojavayî roja Çarşemê ji Reutersê re gotibû ku hêzên Ewrupî hewil didin ku IAEA hefteya were dijî Îranê biryarek nû bigirin ku zextê li Tehranê zêde bikin.

Hevdîtina Araqçî û Grossi di vê demê de pêk tê ku serokê berê Donald Trump wê di 20’ê Rêbendanê de dîsa wekî Serokê Amerîka vegere Qesira Sipî û dest bi kar bike.

Trump di seroktîya xwe ya berê de, Amerîka ji peymana 2015’an ya di navbera Îran û jimareke hêzên cîhanî de bi awayekî yekalî vekişandibû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG