Îranê roja Çarşemê îdiaya serokê Fransayê Emmanuel Macron wek "bêbingeh" red kir ku dibêje Tehran kêşeya serekî ya stratejîk û ewlekarîyê ya li Rojhilata Navîn e.
Berdevikê wezareta derve Îsmaîl Beqayî ev daxuyanîya Macron wek "bêbingeh, nakok, û spekulatîf" bi nav kir û bang li Fransa kir ku "nêzîkatîyên xwe yên ne avaker yên ser aştî û aramîyê jinûve di berçavan re derbas bike".
Macron roja Duşemê gotibû ku Îran jibo Fransa, Ewrupa,tevahîya herêmê û derveyî wê kêşeya serekî ya stratejîk û ewlekarîyê ye.
Wî herwiha dîyar kiribû ku Îran wê bibe mijareke serekî ya gotûbêja digel rêvebirîya serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump ku wê di 20’ê Rêbendanê de dest bi kar bike.
Serokê Fransayê hevdem gotibû ku lezandina bernama navokî ya Îranê, ku rojava guman dike ku armanca wê çêkirina bombeya navokî ye, "me gelekî nêzîkî xala şikestinê dike. "
Beqayî ev şîrove wek "xapandin" bi nav kir û destnîşan kir ku çalakîyên navokî yên Îranê "aştiyane û di çarçoveya qanûnên navneteweyî de ne."
Tehran bi berdewamî red dike ku ew dixwaze çekên navokî çêbike.
Îran di van salên dawî de dewlemendkirina uranyumê zêde kiriye, û tekane dewlet e ku bi uranyuma dewlemendkirî ya 60 ji sedî (60%) xwedî çekên navokî ye, li gor Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA).
Ew asta pir nêzî asta sedî 90% ye ku ji bo bombeya navokî hewce dike.
Di serdema yekê ya seroktîyê ya Trump de, Amerîka ji peymana navokî ya navneteweyî vekişîya ku di berdêla kontrolkirina çalakîyên wê yên navokî de, sivikkirina toleyên ser Tehranê pêşkêş dikir.
Tehran heta vekişîna Washingtonê pabendî peymanê bû, lê piştre dest bi paşxistina sozên xwe kir.
Biryar e Îran di 13’ê Rêbendanê de li Swîsreyê bi Fransa, Brîtanya û Almanya re hevdîtinên navokî pêk bîne.
Jêder: AFP