Erebistana Saudî oldarê Şî’e şêx Nimr al-Nimr li sêdarê da digel 47 kesên dî bi tawana piştevaniya şaneyên terorîst li wî welatî. Îranê bersiveka tund hebû û gefan li Erebistana Saudî dixwe.
Gelo girjî û aloziyên nêvbera Îran û Erebistana Saudî de heta çendê gefin liser ewlehiya herêma Kendavî û cîhanê? Çima Tehran hind neraziye jibo kuştina oldarek Şî’e li demê kû rejîma Îranê oldarên Sinî zindan dike û li sêdarê dide? Erê ev alozî nişana serhildana şerê Sinatî û Şîatiyê ye?
Jibo şirovekirina bernama Em û Siyaset mêvandariya Dr. Muhammed Salihzade, berpirsê senterê Menatto jibo Lêkolînên siyasî li Finland û Dr. Wecîh Ebdo, mamostayê zanistên siyasî li zankoya Duhok ê.
Jibo guhdarîkirina bernama Em û Siyaset, fayla deng dagire;