Medyaya Îranê ragihand ku desthilatdarên Îranî siyasetvanê reformxwaz Mustafa Tajzade ewro Înê girtine ji ber "komploya li dijî ewlehiya welatî",
Ajansa nûçeyan ya Mêhr dîyar kir ku "fermana girtina wî ji aliyê dezgehê ve hatiye derxistin û Tajzade herwiha bi tohmeta "weşandina derewan ya têkbirina aramîyê" dihêt tawanbar kirin.
Tajzade, ku sala borî ji bo serokatiyê bi ser neketibû, di sala 2009an da di dema xwepêşandanên dijî nûvehilbijartina serokê berê Mehmûd Ehmedînejad da hatibû girtin.
Siyasetvanê reformxwaz di Gulana 2021ê de namzetiya xwe pêşkêş kiribû û demek dirêj e ji bo guhertinên demokratîk û "yên bingehîn" li komara Îslamî dixebitî.