Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranî bi Protesto û Grevan Fişara li Ser Serkirdeyên Wî Welatî Didomînin


Grûpeke mafên mirovan got Îranîyên ku ji ber kuştina Jîna Emînî hêrs bûne di xwepêşandanên roja Şemiyê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastî gulle û gaza rondikrêj hatin.

Medyaya dewletê roja Înê got ku raporta pizîşkê îranî red kir ku Jîna Emînî ji ber derbeyên li serî û lingên wê, dema ku di girtîgehê de bû, miriye û mirina wê bi şert û mercên pizîşkî yên berê ve girêdayî ye.

Kuştina Emînî, Kurda Îranê ya 22 salî, li seranserî welêt xwepêşandan gurr kirin, ku mezintirîn rûbirûbûnên li hember rêberên olî yên Îranê ne di nav çend salên borî de.

Jinan li dijî melayan hîcabên xwe rakirin, dema ku girseyên hêrsbûyî banga rûxandina rêberê bilind Ayetullah Alî Xamineyî kirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê Hengaw, piştî banga xwepêşandanên girseyî yên roja Şemiyê, hêzên ewlehiyê li bajarên Kurdistanî Sine û Seqez, teqe li xwepêşanderan kirin û gaza rondikrêj bikar anîn.

Hengaw got, grevên berfireh li bajarên Saqqez, Dîwandere, Mehabad û Sinê tên lidarxistin.

Rêxistinê got ku yek ji dibistanên meydana bajarê Seqez bi hildana dirûşmên "jin, jiyan, azadî" tije bû.

Hengaw roja Şemiyê got ku hêzên pasdarên Îranê li du bajarên Kurdistanê dest bi operasyonê kirine.

Hikûmetê ev xwenîşandan wek planeke dijminên Îranê di nav wan de Amerîkayê bi nav kir, ku opozisyona çekdar di nav yên din de, bi tundûtûjiyê tawanbar dike ku tê de herî kêm 20 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Îranê Robert Malley roja Înê li ser Twitterê got ku “rayedarên Îranê Amerîkayê sûcdar dikin, lê tiştek nebû ku me karîbû îlhama cegerdariyeke wiha di nava gelê Îranê de û ne jî hêrseke wiha li dijî hikûmeta wan bikira. Ew ne li dijî me, belê li dijî hikûmeteke ku azadiyên wan ên bingehîn red dike, protesto dikin.”

Hesabê Twîtterê ya Tavsir1500 ku pir tê şopandin jî ragihand ku li du bajarên Kurd yên bakurê rojava gule li xwepêşanderan hatin reşandin.

Komên mafên mirovan dibêjin zêdetirî 150 kes hatine kuştin, bi sedan birîndar bûne, û bi hezaran kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve li hember xwenîşandanan hatine girtin.

XS
SM
MD
LG