Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Amerîkayê Bi Derxistina 'Krîzên' li Rojhilata Navîn Tawanbar Dike


Nasser Kanani, Iran foreign ministry spokesman
Nasser Kanani, Iran foreign ministry spokesman

Rojek piştî ku serokê Amerîkî Joe Biden gera xwe ya bo rikeberê Îranê Erebistana Saûdî û dijminê herî mezin Îsraîlê bi dawî înay, Tehranê roja Yekşemê Waşîngton bi derxistina aloziyan li Rojhilata Navîn tawanbar kir.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kananî di daxuyaniyekê de got, Washington "careke din serî li siyaseta têkçûyî ya tirsa-Îranê daye û hewl dide alozî û krîzan li navçeyê çêbike."

Yekem seredana Biden ya Rojhilata Navîn kevte tenê çend roj beriya ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di 19ê Tîrmehê de serdana Tehranê bike.

XS
SM
MD
LG