Fermandarê HSD Mazlum Ebdê eşkere kir ku welatên hevalbend doza berdewamkirina dîyaloga navxweyî ya Kurdên Sûrîyê dikin. Tevî her du alîyê dîyalogê ENKS û PYNK dibêjin ku ew amade ne, lê hin çavdêr bawer dikin ku astengî pêş vê yekê pir in, nexasim ku biryara Kurdên Sûrîyê dikeve bin bandorên alîyên dervayê Sûrîyê.