Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan: Em Têne bi Toleyên Neteweyên Yekbûyî yên Dijî Îranê Pêbend in


Wezîra Derve ya Hîndistanê, Sushma Swaraj îro ragihand ku Hîndistan têne bi toleyên Neteweyên Yekbûyî pêbend e, ne bi biryara dewleteke din.

Swaraj toleyên Amerîka yên hember Îranê destnîşan kir û got ku biryara Amerîka wan girê nade û helwesta Hîndistanê ji welatên din serbixwe ye.

“Hîndistan tenê dûv biryarên cezakirinê yên Neteweyên Yekbûyî dimeşe, ne ya dewlewtên din,” Swaraj li paytaxt New Delhi got.

Hîndistan û Îran xwedîyê peywendîyên xurt yên aborî û sîyasî ne û Îran yek jî dewletên serekî ye Hîndistan petrol jê dikire.

Swaraj û hevtayê wê yê Îranî Cevad Zarîf îro hevdîtinek kir ku dijî redkirina Amerîka ya peymana navokî, piştevanî wergirin.

Serokê Amerîka Donald Trump berî demeke kin Amerîka ji peymana navokî kişandibû û fermana jinûve danana toleyên aboî ya hember Îranê dabû ku di 2015’an de, wek beşekl lihevkirinê hatibûn rakirin.

XS
SM
MD
LG