Berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku li gor encamên nefermî di hilbijartinên herêmî de bi ser ket, ji Twitterê dîyar kir ku ewê encamên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) biweşîne.
‘’Bo agahîyên şaş yên li bîragiştî belav bûne pûç bibin û bo di vê qonaxê de pêşketin çêbe ez dê bi awayekî perîyodîk encamên fermî yên YSK’ê belav bikim’’ Îmamoglu got
Îmamoglu bang li bîragiştî kir ku wî bişopînin û li gor wan daneyên YSK’ê biaxifin.
Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ser encamên Stenbolê daxwaza pêdeçûnêk kiribû û li hin bajarokên Stenbolê deng jinûve hatibûn hejmartin.