Partîya Gel ya Komarî (CHP) dixwaze ku namzedê xwe yê serokomarîyê di 23 Adarê de pêşwext dîyar bike.
Du namzedên CHP’ê di vî warî de derdikevin pêş; Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Enqerê Mansur Yavaş.
Lê Mansûr Yavaş ragihand ku ewê beşdarî pêşhilbijarîyê nebe. Jiber wê jî ji alîyê pisporên CHP’ê ve jî tê dîyarkirin ku Îmamoglu dê vebir were hilbijartin.
Zanyarê sîyasî Berk Esen jî di wê bawerîyê de ye. Esen radigihîne ku endamên CHP’ê dê Îmamoglu hilbijerin.
“Mansur Yavaş dîyar kir ku dê beşdar nebe. Dibe ku berendamek dijberî Îmamoglu derkeve, lê ez nafikirim ku li hemberî Îmamoglu piştgirîyeke bigre. Jiber vê yekê, wusa dixuye ku Îmamoglu di vê pêşhilbijarîyê de dê wekî berendamê ne fermî yê CHP’ê derkeve.”
Serokê Giştî yê CHP’ê behsa hilbijartineke pêşwext dike, lê Esen vê yekê pêkan nabîne.
“Ez di demek nêzîk de îhtîmala hilbijartinê ya zû nabînin. Li Tirkîyê rejîmek otorîter bi cîh bûye. Desthilat ana di parlementoyê de xwedî piranî ye. Heya pevçûneke cidî di nav Hevpeymanîya Komarî de tunebe hêza opozîsyonê jibo hilbijartineke pêşwext têr nake.”
Mansûr Yavaş, vê pêşhilbijarîyê napejirîne û ew dide zanîn ku hê dema hilbijartinê dîyar nîne, jiber vê jî pêdivîye ku ew namzedê serokomarîyê dîyar nekin. Lê Ekrem Îmamoglu dijberî Yavaş temaşe dike.
Tê ragihandin ku dema di qada sîyaseta Tirkîyê de ev geşedan pêk hatin di navbera desthilatîyê û opozîsyonê de jî şerekî sîyasî destpê kir.
Di destpêka meha Şibatê de Ekrem Îmamoglu li Stenbolê jiber dozekê, îfade da. Niha jî li ser wî gelek doz hatine vekirin. Di 11ê Adarê de jî wê derkeve pêş dadgehê.
Li gor hin şîroveyan, li ser Îmamoglu biryara qedexekirina sîyasî jî pêkan e. Lê rêvebirîya CHP’ê van dozên ser Îmamoglu bi tundî rexne dike. Li gor CHP’ê desthilatî dadwerîyê li gor berjewendîyên xwe bikar tîne, lê desthilatî vê yekê bi tundî red dike.
Hiqûqzan Pinar Hacibektaşoglu ev dozên ser Îmamoglu ji Dengê Amerîka re nirxand.
“Ana çend doz li ser Îmaoglu hatine vekirin. Di nav wan de herî zêde doza ku Îmamoglu ji endamê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) re gotibû “ehmaq” derdikeve pêş û ji vê jî mehkûm bûbû. Dema em di warê hiqûqî de temaşe dikin ne madî ne jî manewî, di vê derê de heqeret dîyar nabe. Ez bawer im ewê di merhela mehkema bilind de were xirab kirin.”
Serdozgerê Komarê yê Senbolê jî li ser Îmamoglu hin doz vekirin û Îmamoglu jî bi tundî ew rexne kir. Hacibektaşoglu dide zanin ku ji bilî vê jî hin dozên din hene, pêkane di wan dozan de Îmamoglu were ceza kirin.
“Ji alîyekî din ve, qiseyên wî ku ji Akin Gurlek re gotibû, dibe ku bingeheke qanûnî pêk bîne. Di çarçoveya Qanûna Dijî Terorê ya 6’an de tête hesibandin. Her çend ravekirinên wiha ji rexneyê re vekirîbin jî di warê nepenî û ewlehîye de, dibe ku bingehek jibo dozê tawanbar be.”
Jibo guhdarîkirina li raportê fayla deng vekin: