Îlhan Çomak di 21 salîyê xwe da, dema xwendekarê Zanîngeha Stenbolê hate girtin. Ew di sala 1994’an da, piştî 16 rojan di bin êşkenceyan de dimîne, dema derdikeve pêş dadgehê, bê delîlan, lê bi îfadeyên polîsan dikeve zindanê û wiha te darizandin.
Piştî girtina şeş salan, di derheqê Îlhan Çomak de cara yekê ji hêla Dadgeha Ewlehî ya Dewletê (DGM) ya Stenbolê ve biryar tê dayîn.
Jibo Çomak bi sedema perçekirina axa dewleta cezayê darvekirinê tê xwestin, lê ev ceza jiber “tevgera baş“ vediguhere zindanîkirina bi dirêjîya jînê. Di heman salê de, cezayê ku jibo wî tê xwestin ji hêla Dadgeha Bilind ve tê pejirandin.
Çomak jibo vê cezayê di sala 2001’an de bi sedema “di DGM’ê de hebûna dozgerekî leşker, mafê wî yê darizandina bi dadmendî hatîye binpê kirin” serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan (ECHR) dide.
Dadgehê piştî 5 salan, di sala 2006’an de Çomak mafdar dibîne û biryara “careke din darizandinê” dide. Li ser vê biryarê cezayê tezmînatê li Tirkîyê tê birîn.
Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê, piştî 20 salan biryara “careke din darizandin” dide û Çomak di 19’ê Kanûna 2013’an de dîsa pêş dadgehê. Di rûniştina vê dozê de parêzerên Çomak jiber gelek bê hiqûqîyan berdana Çomak ji dadgehê xwestin, lê dadgeh bi sedema dibe ku “delîlan reş bike, ji holê rake” ev daxwaz nepejirand.
Di sala 2016’an de di derbarê Çomak de ti hikum nehatîye dayin û ew 22 sal di zindanê de, bê suc tê girtin. Di Sêşemê, 12ê Nisanê 2016an de Çomak careke din derket pêş dadgehê, lê rûniştina doza wî bo 1’ê Hezîranê hat paşxistin.