Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ahmed: Em Hewlên Dîplomatîk Erênî Dibînin


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Îlham Ahmed, endama rêvebirîya TEV-DEM'ê û endama Desteya Bilind a Kurd axaftina Serokê Amerîka Barack Obama dinirxîne.

Birêz Ahmed dibêje, gaveke erênî ye ku hewlên dîplomatîk şûna şer bigirin jiber ku kesên bê guneh di encama şer de dimirin.

"Kî ku ew komkujîya kîmyayî ya Şamê kiriye, divê were eşkere kirin û rû bi rûyê cezayê herî giran be."

Ahmed biryara Encumena Niştîmanî ya Kurd ji rexne dike ku berî çend rojan biryar dabû ku tev li hevpeymanîya Sûrî bibû.

"Divê encumen tiştekî wiha nekira jiber ku divê hemî biryarên wiha bi tevlîbûna hemî Kurdan û di bin navê Desteya Bilind bêne kirin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:43 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG