Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD’ê Rapora Binpêkirinên Mafên Mîrovan a 2018’an Eşkere Kir


Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Wanê ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sala 2018’an ya Wanê’ eşkere kir.

Li gor raporê, di sala 2018’ande li Wanê herî kêm 9234 bûyerên binpêkirina mafê mirovan pêkhatîye.

Rapor di avahîya komeleyê de ji alîyê Rêveberê ÎHD’ê Servet Ertak ve hate xwendin. Li gor raporê di sala 2018’an de li Wanê 5 kuştinên kiryar nedîyar, 3 polîs û leşker, 10 endamên PKK’ê, bi giştî 18 kesan di encama pevçûnan de jîyana xwe ji dest dane. Ji bilî van jî dîsa 3 penaber ku dixwestin sînor derbas bin li ser sînor jîyana xwe ji dest dane.

Herwiha, di raporê de tundîya li hemberî jinan jî cih girtîye. Li gor vê yekê, jinekî întixar kirîye û 2 jin jî rastî tundîya nava malê hatine.

Li alîye din di raporê de hatîye eşkerekirin ku li nava bajar û navçeyên wê di nava salê de 12 kes di qereqol û girtîgehan de rastî îşkenceyê hatine. Dîsa hate destnîşankirin ku vê salê 519 kes hatine desteserkirin û ji van 484 kes hatine girtin. Rapor dibêje ku li bajar her meh çalakîyen demokratîk jî bi avayekî dubarekirî bona 30 rojan ji alîyê Walîtîyê ve têne qedexekirin.

Rapor herdîsa bale dikişîne ser pêkutîyên li dijî rojnamevanan û tê eşkerekirin ku 3 rojnamevan hatine girtin.

ÎHD di raporê de dide zanîn ku 7272 penaber dema dixwestin sînor derbas bin hatine desteserkirin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê Murat Melet, da zanîn ku tenê li Wanê ev qas binpêkirina mafên mirovan rewşa Tirkîyeyê derdixe ber cavan û dîyar kir ku ev jî ne tiştekî asayî ye.

“Ev rapor dide nîşandan ku gotinên hikûmetê û kirinên hikûmetê ne wek hevin. Lewra di gotinên xwe de behsa demokrasî û mafên mirovan dikin lê di alîye din de tenê li Wanê 9232 çaran mafên mirovan hatine binpêkirin

AA_01_04_2019_IHD
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG