Komela Mafên Mirovan (IHD) ya şaxê Wanê bi mebesta ’26’ê Cotmehê Roja Mafên Nexweşan’ bi preskonferansekê bal kişand ser rewşa girtîyên nexweş yên li zîndanên Tirkîyê.
Rêvebirê navenda IHD’ê Kasim Kalkan daxuyanî xwend û got ku bi giştî li zîndanên Tirkîyê 280 hezar girtî hene.
“Ji wan, 457 giran tevahî 1334 girtîyên nexweş, di nava şert û mercên xirab de têne girtin. Ji 2017’an vir ve 44 girtîyên nexweş di zîndan de canê xwe ji dest danê.
Kalkande pirsgirêkên girtîyên nexweş wiha rêz kir:
“Zêdebûna hejmara girtîyan, astengîyên li ber giheştina xizmetên saxlemîyê derdixin. Odeyên girtîyan yan pir germ in yan jî pir sar in, ji tavê kem sûd tê werdigirin. Xwarin û vexwarin ne paqij in. Herwiha hin girtîyên ku bi serê xwe nikarîn pêdivîyên xwe yên rojanê bi cîh bînin di mezelên biçûk de têne girtin.”
Murat Melet, serokê şaxê IHD’ê ya Wanê jî, di preskonferansê de bang li hikûmetê kir ku di demek lez de girtîyên nexweş berde.
“Kesên nexweş yên li zîndanan divê werin berdan jiber ku ew nikarin bi serê xwe jîyana xwe bidomînin. Pêwîst e ev girtî werin berdan ku malbatên wan li wan binêrin. Mixabin heya niha Wezareta Dadê û hikûmetê, guh nedayê van gotinên me.”