Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHD ya Wanê Raporta Binpêkirinên Mafên Mirov Diweşîne


IHD ya Wanê
IHD ya Wanê

Şaxê Komeleya Mafên Mirov (IHD) ya Wanê derheqê binpêkirinên mafên xwepêşandan û azadîya ramanê ya 3 mehên dawî yên salê raportek belav kir.

Li gor raportê, di nava 3 mehan de ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve 7 caran hewildana xwepêşandanan hatiye astengkirin û bi vê yekê Peymana Mafên Mirov ya Ewrupayê û Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê hatiye binpêkirin.

Rêvebira IHD’ê ya Wanê Suzan Erçakan li ser raportê bo Dengê Amerîka axivî û bal kişand ser qedexekirina xwepêşandanan. Wê got ku Walîtîya Wanê li hember hemî sazîyan mîna hevdu nêzîk nabe û cûdakarîyê dike.

“Ev demeke dirêj e li ser bajarê Wanê tecrîdek heye û destûr nadin çi gotinek cûda derkeve. Lê ji alîyê din ve, sazî û partîyên sîyasî yên nêzîkî desthilatê bi rehetî dikarin her çalakî û xwepêşandanên xwe pêk bînin. Wek mînak, çalakîya jinan ya bo Jîna Emînî, hat dorpêçkirin û nehiştin ku xwepêşandan pêk were. Lê di heman rojê de destûr dan xwepêşandana li hember şerê Fîlîstîn û İsraîlê,” Erçakan got.

Suzan Erçakan Rêvebira IHD ya Wanê
Suzan Erçakan Rêvebira IHD ya Wanê

Walîtîya Wanê ji hewildana darbeya leşkerî ya 2016’an vir ve her 15 rojan carekê, û van du salên dawî jî her dawîya heftîyê, bi sedema ewlehîyê fermana qedexeya xwepêşandanan dide. Lê Erçakan dibêje ku ew qedexe tenê jibo opozisyonê pêk hatiye.

“DEM Partî ku partîya herî zêde li Wanê deng standîye, lê walîtî xwepêşandana wê ya bo tecrîda ser zindanan asteng kir û 15 kes desteser kir.”

Li gor raportê, mafê ewlehîya şexsî û azadiyê bi desteserkirinan hatine binpêkirin û biryarên qedexekirinê yên li dijî qanûnan pêk hatine û bûne sedema tawanên wek bikaranîna peywirê, bêparkirina azadiya kesane û astengkirina azadiya rêwîtiyê.

Ji alîyekî din ve, Walîtîya Wanê dîyar dike ku ew bi sedema ewlehîya rûniştvanên bajêr ew van qedexeyan radigihîne.

IHD_Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan li Wanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
XS
SM
MD
LG