Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herzog Dibêje Kuştina Sinwar Pêşîya Vegerandina 101 Dîlên Destê Hamasê Vedike


Serokê Îsraîlê Isaac Herzog kuştina rêberê Hamasê, Yahya Sinwar bi peyamekê pîroz kir û pesna hêzên Îsraîlî da.

Wî got ku Sinwar berpirsê kiryarên terorîstî yên hovane yên dijî sivîlên Îsraîlî, hemwelatîyên dewletên din û kuştina bi hezaran mirovên masûm e.

"Niha, divê ji her demê pirtir em bi her awayî gavan bavêjin ku 101 dîlan vegerînin malê, ku hîn di şertên hovane de ji alîyê terorîstên Hamasê ve li Gaza têne girtin," Herzog di posteke li ser platforma X got.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ji bi daxuyanîyekê ragihand ku Sinwar, piştî dûfçûneke ji salekê zêdetir, di operasyoneke ji alîyê hêzên wê ve, do Çarşemê li başûrê Gaza hatiye kuştin.

"Yahya Sinwar hate kuştin, piştî ku wî sala borî xwe li paş sivîlên Filîstînîyên li Gaza û tunelên bin û ser erdê yên Hamasê yên li Kerta Gaza veşartibû,” daxuyanîya IDF got.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG