Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICC Amadekarîya Rûniştina Doza Dijî Esad û Tawanên Wî yê Dijî Sûrîyan Dike


Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ya bajarê Lahey ragihand ku ewê di doza dijî Serokê Sûrîyê Beşar Esad û karbidestên hikûmata wî de, di 10 û 11’ê Cotmehê de rûniştina yekê pêk bîne.

Doz, piştî serîlêdana Hollanda û Kanada ya di 8’ê Hezîrana 2023’an de hat vekirin ku her du dewlet dixwazin serok û karbidestên rejîma Sûrîyê jiber êşkence û kiryarên hovane yên dijî gelê Sûrî werin darizandin.

Li ber e ku ICC ferman bide ku Sûrîyê ku tevahîya kiryarên êşkencekirinê û desteserkirina keyfî demûdest bisekinîne.

Hollanda û Kanada di heman serlêdanê de dibêjin ku Sûrîyê peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) dijî êşkencê yên 3 Adar 2021 û 18 Îlon 2020’an binpê kiriye.

Her du dewlet ji dadgehê daxwaz kiribûn ku heta ku pêyvajoya darizandinê biqedê, dijî Sûrîyê biryara tedbîrên demkî bigire da ku êşkence û kiryarên hovane yên hemberî gelê xwe bisekinîne.

Rûniştina dozê ku li Qesira Aştîyê pêk were, wê bibe cara yekê ku dadgeheke navnetewî binpêkirinên seranser şerê Sûrî ya 12 salên borî binirxîne.

Hikûmeta Sûrîyê û Serokê wê Beşar Esad tawanbarîyên êşkence û kuştinên dijî dadmendî yên di şer de, red dikin ku NY dibêje bi sed hezaran kes jîyanên xwe hinda kirine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG