Tevî ku li Rojhilata Navîn pir çand, bi sedan salan e bi hevre, nav aramîyê de jîyan kirine, şerên nîjadî, olî û mezhebî van salên dawî gelek kêşe li nav gelan peyda kirine.
Li hember alozîyên heyî, huner roleke girîng dilîze ku çandan, ziman û civakan nêzîkî hev bike.
Hunermendê Ermenî Îbrahîm Kevo di vê hevpeyvînê de behsa hunerê xwe dike û rola hunerê di nêzîkxistina kulturan de dike.
Kevo dibêje ew hewil dide ku hunera xwe bike pirekê û gelên ku li Sûrîyê û Rojhilata Navîn dijîn nêzîkî hev bike.