Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Îbrahîm: Bi "Herêma Ewle" Armanca Rastîn ya Tirkîyê Pêşîgirtina YPG ye


Şervanên YPG rizgarkirina Girêspî pîroz dikin
Şervanên YPG rizgarkirina Girêspî pîroz dikin

Hikûmeta Tirkîye dibêje, ewê di şerê dijî DAIŞê de bi awayekî aktîf cîh bigire, loma jî biryar daye ku bingehên xwe yên esmanî ji firokên Amerîkî re vekir.

Lê, gelek pispor balê dikşînin ku di çend rojên dawî de binçavkirinên hêzên ewlekarî yên Tirk û êrîşên wê yên esmanî bi piranî li dijî Kurdan in.

Gelek Kurd bi guman in ku nîyeta rastîn ya Tirkîyê pêşgirtina destketinên Kurdên li Rojava ye û "herêma ewle" jî beşeke ji wê planê ye.

Nivîskar Îbrahîm Îbrahîm di vê hevpeyvîna taybet de sîyaseta nû ya tirkîyê dinirxîne û agahîyên berfireh li ser herêma navbera Cerablus û Azazê dide.

Birêz Îbrahîm dibêje, Tirkîye bi rêya Tirkmenan hem dixwaze pêşîya YPG bigire, hem jî dixwaze desteka xwe bo DAIŞ xurt bike.

"Ez li Cerablus xebitîm û rastîya wî bajarî baş dizanim. Piranîya Tirkmenên wê derê di nav rêxistina terorîst DAIŞ de ne û armanca Tirkîyê ew e ku wana kar bîne."

Îbrahîm dide zanîn ku li wê derê gelek Kurd jî dijîn, lê piranîya wan bi zorê hatin derxistin.

"Ji destpêka şer vir ve bi hezaran Kurd li wê herêmê hatin derxistin. Tirkîyê agahîyên bê bingeh belav dike ku Kurd li wir tuneye û hejmara Tirkmanan jî bi awayekî xeyalî zêde dike."

Îbrahîm_Îbrahîm_7_28_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:14 0:00

XS
SM
MD
LG