Koçberkirina girseyî ya Kurdan di rojeva Kurdistana Sûrîyê de cîhekî girîng digire. Gelek kes di xemê de ne ku terkandina cîh û warên xwe dê bibe kêşeyekê pir mezin di çarenivîsa Kurdan de.
Herwiha nûçeyên nû tên ku ew xanîyên ku Kurd li pey xwe hêştine niha ji alîyê Ereban ve tên dagir kirin.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Îbrahîm Biro, Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd (Yekîtî) derheqa arîşeya koçberîyê û mijarên din yên girîng bersîva me dide.
Birêz Biro dibêje, cîhê xemgînî ye ku Kurd bi vî awayî koç dikin û bere xwe didin Herêma Kurdistanê, lê şert û mercên giran yên jîyanê gel neçar kiriye.
Biro dîyar dike ku êrîşên komên çekdar yên wek Nusra û ArtêşaAzad û abluqaya berdewam ya ser herêmê bûye sedem ku gele Kurd nekarîbe pêdivîyên xwe yên bingehîn peyda bike.
“Ji çend mehan vir ve Hikûmeta Herêmê jî derîyê sînorê girt û ew jî rewşa xirab, hîn xirabtir kir û bû sedae ku ewqas zede mirov Rojava li paş bihêlin û herin Başûr.“
Biro daxwaz ji Hikûmeta Herêmê dike ku derî jibo bazirganî veke da ku gel hewcedarîyên xwe peyda bike û mecbur nemine ku here cîhekî din.
“PYD dahatîyên gumrukê tenê kontrol dikir. Niha hevdîtin hene ku ew kêşe çareser be û partîyên din jî li ser kontrola derî xwedan biryar bin.”