Karbidestên wezaretên derve û berevani yên Amerîka dibêjin, firokên hêzên hevalbendiyê bi rêbertiya Amerîkî çek û cebilxane gîhandine hêzên karîger di şerê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de li Sûriyê.
Berpirsên hêzên Kurdan li Sûriyê ragihandinên Amerîkîyan piştrast dikin, lê dibêjin ew çek û cebilxane jibo derxistina DAIŞ bi yekcarî ji herêmê ne bes in.
Cîgirê Berpirsê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nahsan ji Dengê Amerîka re piştrast dike ku ew çek digehin hêzên çekdarên hemî alîyan; Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenan.