Piştî serdana 5 welatan li Rojhilata Navîn, Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, êvara Pêncşemê ji Lubnanê giha Enqerê û civîn ligel Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêk anî.
Roja Înê, Tillerson derbarê serdanê tevî hevpîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu preskonferansek encam da.
Şirovekaran serdana Tillerson ya Tirkîyê gelek giring dinirxand jiber ku pêşwext Tirkîyê gefên agirîn li Amerîka kiribûn.
Serdana Tillerson, di wî çaxî de pêk hat ku têkilîyên her du welatan di asta herî xirab de ne.
Bernama "Hello Washington, serdana Tillerson bi Lezgîn Botan, endamê HDP ji Wanê û Ehmed Dere, şirovekar û rojnamevan ji bajarê Strasburg ya Fransa.
Botan dibêje ku Tirkîye li gor xwe, ne tenê li Rojava, ew li her çar perçeyên Kurdistanê hin dêzyanan dikeê
"Tirkîyê, berî serdana Tillerson, hin gefên ji xwe zêdetir kiribûn. Ya rastî ev tenê jibo sîyaseta navxweyî bû. Wek din, em hemû dizanin ku Tikîye ne welatekî wiha gefan li Amerîka bike. Tirkîye eger cidî bûya, pêşî dê bingehên Amerîka yên li Tirkîyê daxistibana".
Botan herwiha dîyar dkike ku şerê li Rojhilata Navîn hêdî hêdî ber bi dawîyê ve diçe û divê Kurd li gor berhjewendîyên xwe gavan bavêjin.
“Amerîka dema li gor berjewendîyên xwe yên sîyasî, leşkerî û ekonomîk li herêmê tev digere, divê Kurdan ji xwe neke û rojeva hêzên Kurd li wê herêmê destek bike. Minbic bo Amerîka gelek giring e û dema ku ew dest ji rojavayê Firatê berde, Amerîka dê li ser masê zararê bibîne".
Dere dibêje ku Tirkîye û taybetî AKP dixwaze serdana Tillerson jibo xwe bikar bîne.
“Wiha didin dîyar kirin ku hatina Tillerson tenê jiber mijara Efrînê bûye û li gor berjewendîya Tirkîyê tev digere. Tirkîye wê weke alavek bikar tîne".
Dere herwiha dide zanîn ku Tirkîye dixwaze êrîşên ser Efrînê bo berjewendîya xwe kar bîne û bi alîkarîya Amerîka û Rûsya weke opereasyona serkeftî nîşan bide.
“Giringîya Minbicê bo Amerîka ew e ku bikare li wê derê bingeheke bo dîyarkirina paşeroja sîyasî ya Sûrîyê ava bike. Jiber wê yekê ew Minbicê giring dibînin. Jiber ku Tirkîye bo Amerîka li herêmê gelek giring e, Washington naxwaze Tirkîyê ji xwe dûr bike. Dibe ku li pişt perdeyan bazareke bi vî awayî hatibe kirin.”