Êvara Sêşemba borî Qadir Qadirî, fermandarekî pêşmereygên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK) li herêma Balîsan ya nêzîk Şeqlawa kuştî hat dîtin.
Serkirdayên HDK'ê daxuyanîyek weşand û raste rast Komara Îslamî ya Îranê bi kuştina endamê xwe tawanbar kir.
Hefteya borî di êrîşek heman şêwe de, endamekî heman hizbê li ber derê mala xwe ya li Binesilawa ya nêzî Hewlêre hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Bernama Hello Washington, mijara kuştina çalakvan û endamên rêxistinên Kurdên Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê bi Areş Salih, Nûnerê HDKI li Amerîka û çavdêrê sîyasî Abdula Hîcab ji Norwec gotûbêj dike.
Areş Salih dibêje ku Komara Îslamê ya Îranê mamostaya terorîzmê li cîhanê ye.
“Îran rewşa aborî ya xirab û kesên paşketî li herêmê jibo cîhanîna armancên xwe bikar tîne.”
Abdula Hîcab jî dibêje ku sedema serekî ya kuştina çalakvan û sîyasetvan ew e ku Îran ti hûrmet û rêzê li mafên mirov nagire.
“Îran prensîp û yasayên navdewletî û dîplomasî nas nake, jibo giheştina armancên xwe yên sîyasî û leşkerî çi ji dest were dike".