Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşhatên Sûrîyê Naverokê Bernama Hello Washington e


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry amadeyî kombûna wezîrên derve yên welatên Hevalên Sûrîyê bibe, bi mebesta piştevanîya rikeberîya Sûrî.

Ev kombûna yekê ya Hevalên Sûrîyê ye, ji demê ku Washington biryara pitir çekkirina serhildayên Sûrî da û li gora raportan jibo handana çareserîya aştîyê.

Erê, ji bilî Konferansa pêşnîyazkir îya Genevre bo lêkgihandina her dû alîyan, rikeberî û rejîma Esed, qet çareserî din li gor heye? Erê, çareserî dê bijara birab be yan bijara xirabtir be?

Bijara xirab, ragirtina hêzan û mana Esed e di desthilatê de, heta bibe dîktarorekî nimûneyî û pitir zalim û peyamê rojên geş bide dîktatorên din li cîhanê.

Yan bijara duyê, ladana Esed û paqijkirina Şamê heta bibe paytaxta hikûmeteke din ya Îslamî li Rojhilata Navîn, wek Tirkîyê, Misir û Erebistana Siudî.

Eger eve xema alîyên sîyasî û welatên peywendîdar be, çimkî Sûrîye bûye meydaneke germ ya jeopolîtîk cîhanê, lê qet ew ne xema xelkê edetî yê Sûrîye ye, yê kû xema wî nan û ewlehîye berî îdeolojî û sîyaset e.

Jibo şirovekirina pêşhatên Sûrîyê em di bernama vê carê ya Hello Washington da mêvandarîya birêz Dr. Muhamed Salihzadeh, şarezayê sîyaseta Rojhilata Navîn ji Fînland û nivîskar û lêvekol Hoşeng Biroka ji Almanya bikin.
Jibo guhdarîkirina Bernamê failê dengî dagire:
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:11 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG