Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Macaristanê Muxalefeta Xwe ya Dijî Rutte jibo Serkêşîya NATO Sekinandîye


Mark Rutte.
Mark Rutte.

Medyaya Holanda îro Sêşemê radigihîne ku Macaristanê muxalefeta ser endamtîya Mark Rutte ya jibo sekreterîya giştî ya NATO vekişandiye.

Li gor ragihandina wê medyayê, Macaristanê ew muxalefet piştî ku serokwezîrê wê û hevtayê wî yê Holandî yê ji kar vekişî li Brukselê di civîna rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) de kom bûn, vekişand.

NOS û RTL’ê ji zarê jêderên xwe ragihand ku Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, ser gotinên Rutte yên dijî wî welatî, ku gotibû ‘’problematîk e’’ daxwaza lêborînxwestinê nekir.

Lêborînxwestin jibo pejirandina Rutte yek ji şertên Macaristanê bû.

Şert jî ew bû ku Macaristanê neçar nekin ku ew fonê bide Ukrayna yan jî kesên xwe bişîne welatê ji şer zarar bide ku ew şert hefteya borî ji alîyê Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ve hat pejirandin.

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya li şûna Stoltenberg yê meha Cotmehê ji kar vedikişe piştgirî didin Rutte ku bibe sekreterê giştî yê NATO.

Tirkîyê jî meha Nîsanê dîyar kiribû ku ewê piştgirî bide Rutte.

Heta niha bi tenê Romanya û Slovakya nîşanên erênî nedane.

Serokê Romanya Klaus Iohannis serê Adarê gotibû ku divê welatên li rojhilata Ewrupa li rolên rêberîyê yên Ewrupa-Atlantîkê çêtir werin temsîl kirin û berbijarîya xwe ragihandibû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG