Mûzîk û hunera wê tenê di giyanê mirov de dijî, û bi rengê xwe behremendiyê diafirîne û dike berhemên ciwan û di civatê de tên belav kirin.
Hunermend Mistefa Nebo, ku di sala 1984'an de li bajarê Hesekê ji dayik bûye, yek ji wan hunermendên gênc in, ku bi hestyariyek bilind bi mûzîka xwe re dijî.
Di nav malbatek hezkiryê mûzî, çand û netewperwer de Mistefa çavê xwe li jiyanê vekir û di nav de mezin bû.
Mistefa fêrî çend amûrên mûzîkê bû û bi şehrezayî li Qanûn, Bilûr, Def û Saz û Gîtarê dixe.
Derdora wî bendorek mezin li hest û bîrokeyên wî kirin, ji ber wê jî, wî hêza hunerê naskiri û kir zimanê xwe yê dirbirîniyê û pênasîna derdora xwe.
Di sala 2016'an de berê xwe da Elmaniya û li wir bi cî bûye , bi heval û dostên xwe re çalakiyên hunerî berdewam dike.
Di sala 2012'an de bi Tîpa Dihokê ya mûzîkê re kar kir .
Elbomek wî heye ji 8 stranan.
Mistefa pirr hêvî dike ku berhmên xwe belav bike û hunera xwe beşdarî hunera Kurdî bike, ya din jî ew pirr hewil dide ku mûzîkek nûjen biafirîne û bi xelkên biyanî re parveke.