Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Ismaîl: Huner Pêwendiya Mirov bi Derdora Wî re Xurt Dike


Hunermendê şêwekar Mihemd Ismaîl, bi salan berhemên xwe li ser hest û kêşeya mirovan bi derdora wan re diafirîne, ku bi şêwaza xwe ya taybet dikare pêwendiya mirovan bi hestên derûnî yan jî kêşeyên civakî zelal bike. Salên dûm û dirêj bi sedan portiyê ( Wêneyên Kesan) afirandiye li kêleka serborek balkêş di hunera hevçerx de, ku wî bi şêwaza pêrfomans pêşangehên taybet li darxistiye.

Mihemed Ismaîl li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, û nuha welatiyê Holenda ye û li wir dijî û dixebite.

Derçûyê Amede Pêşesaziya Kehrebaye (1990-1991)

Di sala 2008an de, depolma xwe di warê Teknîka Kehreba de li bajarê Amsterdam wergirt.

Derçûyê peymangeha hunera ciwan e li Amsterdam (2010-2015).

Ji sala 1988an ve , hunermend Mihemed dest bi çalakiyên xwe yên hunerî kiriye û beşdarî gellek pêşangehên komî û yên takekesî jî bûye.

Di sala 1991ê de pêşangeha xwe ya takekesî a yekem li Hola Mîdiya li Hewlêrê vekir.

1993 pêşangeha takekesî li Hola Mîdiya vekir.

1994 Pêşangeha takekesî li Hola Serdem vekir.

1995 Pêşangeha takekesî li Hola Serdem vekir.

1995 Pêşangeha takekesî li Hola Serdem vekir. ( li dijî şerê birakujiyê li herêma kurdistanê)

1995 Pêşangeha takekesî li Hola Mîdiya vekir.

1996 Pêşangeha takekesî li galîriya Silêmaniyê vekir.

1998 Pêşangeha takekesî li Basin Muzesi -Istanbûl vekir.

2001 Pêşangeha takekesî li Liverpool-Birîtaniya vekir.

2004 Pêşangeha takekesî li Dorie Haarman-Holenda vekir.

Herwiha jî ew ji sala 1992 ta 2019an beşdarî jimarek ji pêşangehên komî bûye li kurdistan û çend welatên din jî.

Endamê yekîtiya hunermendên kurdistanê ye.

Endamê Sendîqa şêwekarên Holenda ye.

Li ber hunera xwe ew xebatên din jî di warê serperştiya hunerî ji kovar û rojnameyan re dike.

Mihemed Isamîl dixwaze ku huner bibe neynika mirovan û bi rêka hunerê mirov hestên xwe nas bike û pêwendiyên xwe bi civak û derdora xwe re ava bike.

Deng û Deng- Mihemd Ismaîl-4-11-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG