Hunermendê şêwekar Namo Rostam, yek ji wan hunermendên ku bi zelalî, hunera xwe terxandiye ji bo doz û xebatên civaka Kurdî, bi bîr û bawerî ew yekê diyardike û dibêje: "Hunermend zimanê gel e, û divê pêşangê civakê be, ji ber ku huner bi azadiyê ve girêdayî ye."
Ew li Bokan, Kurdistanê Îranê di sala 1964an ji dayik bûye.
Li pemangeha hunera ciwan li Tehranê xendina hunerê kiriye.
Li Hewlêr bi salan mamostê hunera ciwan bû li zanîngeha Selahadîn.
Bi dehan pêşangeh li Îran, Kudistan û hin welatên din vekirine.
Di rûdawên xwepêşandanên Îran û Kurdistanê de, beşdarî çalakiyan bû û di nav xwepêşandanan de tabloyek ya Jîna Emîn, keça 22 salî ku li ser destê polîsê îranê hatibû kuştin, nîgar kir û di nav çalakiyan de nîşan da.
Namo dibêje: "Di dîroka hunerê de, herdem hunermend pêşengên şoreş û serhildanan bû û bi taybetî li welatên Ewrupî, ji hunermendê Ispanî Goya ta Pîkaso ku wan bi hunera xwe bûn dengê gelên xwe."