Her ji sala 1948 civata giştîya Netewên Yekgirtî ragihandina cîhanî ya mafên mirovan pejirandîye ku mafên sereke yên netewi û olî û nijadî û kultûrî diparêze. Eve weko girêbesteka herdem dinav bera hikûmet û gel de tê ditîn.
Hevdem digel vê bîrewerîyê, serokê Amerîka Jeo Biden mihvandarîya kombûna bilind ya Demokrasîyê kir û nîgeranîya xwe liser paşveçûna demokrasîyê liser asta cîhanê diyar kir.
Kurdên dabeşbûy di navbera çend welatan bi awayeka berçav mafên wan tên astengkirin.
Bernamê Tîrêj pirsa mafên mirovan li du herêmên Kurdan anî rojevê, Pirsa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê digel birêz Hemdî Berwarî rêveberê rêkxistîya mafê mirovan li Kurdistanê ku dibêje, digel rewşa niha ya mafên mirovan li Herêma Kurdistanê lê kar bo reforman jî tê kirin.
Di beşê dûyem de, birêz Îbrahîm Şêxo berdevkê rêkxistiya mafê mirovan ya Efrînî dide zanîn ko berjewendîyên welatan geşbûna mafên mirovan asteng dikin.