Şerê Îsraîl û Hamasê di roja dehan de, di rojeva cîhanî de wek mijara serekî girîngîya xwe didomîne û xembarîya ser belavbûna rageşîyê li Rojhilata Navîn zêde dibin, dema ku ji her du alîyanniha zêdetirî 4000 kes hatine kuştin.
Rageşîya metirsîdar jibo welatên cîhan jî di warên aramî, peywendîyên derve û dîyarîya siyaseta Rojihilata Navin girîng e, bi taybet bo welatên yên mîna Tirkîyê.
Li gor gelek şîrovekaran krîza Îsraîl û Filîstînîyan bo Tirkîyê ku , hevalbendê Amerîka û endama NATO ye ceribandineke girîng temsîl dike. Bo niha xûya dike ku serokê welêt Recep Tayyip Erdogan û karbidestên hikûmata wî li ser xeteke pir zirav bi baldarî bimeşin.
Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut ji Dengê Amerîka helwesta Erdogan û hikûmeta wî ya ser rageşîya Îsraîl û Filîstînîyan wek nêzaketîyeke populist, oportuinîst û dilxweşker (eyyamker) pênase dike.
"Erdogan di destpêkê de banga aramîyê kir, lê piştre dema ku li cîhana erebî û îslamî dijberiyek giştî dît, gotara xwe tund kir, ku hem Îsraîl hem jî serokê Amerîka Joe Biden kir armanc, " Bulut ji Dengê Amerîka re got.
Bulut dibêje ku Erdogan krîza wek firsendekê dibîne û dixwaze hem bingehê xwe xurt bike û hem jî populerbûna xwe ya kêmbûyî li cîhana Ereban vegerîne.
Nivîskar Bulut her wiha balê dikşîne ku serokê Tirk ev demeke dirêj e di asta navneteweyî de rola 'navbeynkarîyê' daye xwe û loma ev daxwaz ji Îsraîl û Hamasê re dubare kir.
"Lê, hewlên Erdogan yên ser rola 'navbeynkar' wek di şerê Rûsya û Ukrayna de jî derket hole, heta îro bi encam mane û ji hêla dewlatan yan civaka navneteweyî bersîv nedîne," wî got.
Bulut di wê baweriyê de ye ku serdanên wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan yen niha bo di çarçoveya vê perspektîfa Erdogan de pêk tên.
Lê, hevbendê Îslamî yê hikûmeta Erdogan Partîya Doza Azadî (Huda-Par) li ser kêşeya Îsraîl û Hamasê bi rengekî zelal, eşkere û xûrt piştgirîya Hamasê dike.
Parlementerên Huda-Par’ê di 11’ê Cotmehê de bi rêvebirê Hamasê Basem Naîm re li parlemana Tirkîyê preskonferansek dar xistin.
Sekreterê Giştî yê Huda-Par’ê Şahzade Demîr diyar kir Naîm hatiye ku "hovîtîya siyonîst" ji siyasetvanan re rave bike û got ku Îsraîlê dijî Îslam û nirxên wê şer dîyar kiriye.
Demîr herwiha "helwesta neçalak "ya welatên misilman hember tundîyê wek "şermezarî" nirxand.
Di heman rojê de Serokê Giştî yê Huda-Par’ê Zekeriya Yapicioglu jî li parlamenê pêşwazîya 5 rêvebirên Hamasê kir.
Bulut dîyar dike ku Erdogan bo piştvanîya Hamasê, rê dide hevbendê xwe Huda-Par’ê û wê mîna amûreke bi kar tine.
" Jiber ku di qada navneteweyî de dive bi baldarî tevbigere û naxwaze ku bi Îsraîlê re tevahîya têkilîyan qût bike Huda-Par’ê dide xebitandin, rê li pêş ve dike, " Bulut got.
Pispor Bulut hevdem dibêje ku Erdagan dixwaze ku Hud-Par boberfirehbûna piştvanîya bo Hamasê hewl dideç
Huda-Par ji destpêka pêla dawî ya krîza Îsraîl û Filîstînîyan de pêşengîya xwepêşandan, meş û çalakîyên dijî Îsraîlê û bo piştgirîya Hamasê dike.
Huda-Par ku alîgirên wê bi piranî Kurd in, bi taybet li bajarên Kurdan bo piştvanîya Hamasê, bi bangawazîya ‘Piştvanîya Tofana Aksayê’ kombûnan dar dixe.
Partîya îslamî ya hevkarê Erdogan herî dawî di 15 ‘ê Cotmehê de, li Amadê xwepêşandaneke heremî dar xist ku bi hizaran kes beşdar bûn.
Pispor Bulut bale dikşîne ser dîrok û çalakîya Huda-Par ya li heremên Kurdan û ser armanca vê siyasetê
" Bi rêka Huda-Par’ê tê xwestin ku tevgereke mîna Hamasê ya Kurd ava bibe û siyaseta Kurd ya laîk lawaz bibe," Bulut got.
Faîk Bulut dibêje ku Erdogan dixwaza ku li heremên Kurdan bi xwepêşandanên wek li Amedê, hêza Huda-Par’ê xurt bike û bo pirsgirêka Kurd wek alternatîf pêşkeş bike.
" Erdogan bi vê armanc dike Kurdan ji partîyên wek HDP, HEDEP’ê dûr bixîne û di nava bingeha Kurd ku bi piranî Misilmanin prim bide Huda-Par’ê, " Bulut got.
Tirkîyê ji berêvê piştgirî dide Filîstînîyan û mazûvanîya endamên Hamasê dikir, dema ku di du salên dawî de bo sererastkirina têkilîyên bi Îsraîlê re dixebite.
Lêkolîner Faîk Bulut dide zanîn ku li Tirkîyê bi qasî 8 hezar Filîstînî hene û di nav wan de berpirsên payebilind yên Haamas û Birayên Misliman jî hene, le Tirkiye parastina wan dike.
Bulut herwiha destnîşan dike ku Tirkîyê bo wan karbidestan parastinê ava dike ku ev jî ser wan rexistinan bondoreke di berjewendîya Enqerê de çê dike.
" Loma di vê rewşê de bo Îsraîl ne gotarên Erdogan lê gavên wî ku dibe ku bo - berdana Îsraîlîyên di destê Hamasê de bi kar bîne, girîng e," Bulut got.
Ew herwiha dibêje ku bawerîya Îsraîl ya ser Erdogan gumanbar e ku ew jî di warê rola Erdogan de kêşeyeke pir girîng ge
Berevajî Yekîtîya Ewrupa û Amerîka, Enqere Hamasê wek rêxistineke terorîst nabîne û mazûvanîya endamên Hamasê dike ku Erdogan jî berê bi endamên Hamasê re hevdîtin kiribû.
Li gor ragihandina karbidestan di êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê de zedetirî hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin û nêzî 200 sivîl jî hatine revandin ku niha li Gaza dil têne girtin.
Karbidestên li Gazayê ku 2.3 mîlyon Filîstînî lê dijîn, dibêjin ku zêdetirî 2.800 kes di bomberanên Îsraîlê de hatine kuştin, ku dora çar yek ji wan zarok in.