Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HUDA-PAR Wê bi Berbijarên Xwe Têkeve Hilbijartinên Herêmî


Partîya Doza Azad (HUDA-PAR) biryara xwe ya ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ragihand.

Li gor ragihandina HUDA-PAR’ê partî wê bi serê xwe bikeve hilbijartinên herêmî.

Wê partîyê dîyar kir ku ewê li hin herêman berbijaran dernexe û piştgirî bide berbijarên Tifaqa Cumhur.

Cîgirê Berpirsê Karên Hilbijartinê yên HUDA-PAR’ê Mahmut Şahîn got ku wan biryar daye ku ew li hin herêman bi berbijarên xwe bikevin hilbijartinan û li cihên din jî piştgirî bidin berbijarên hevpeymanîyê.

HUDA-PAR’ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de berbijarê serokomarîyê dernexistibû û piştigîrî dabû Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.

Li parlamana Tirkîyê 4 parlamanterên HUDA-PAR’ê hene ku ew ji lîsta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ketibûn parlamanê.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG