Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Aram Hena ragihand ku hêzên wan êrîşeke Tirkî li Eyn Îsa têk bir.
Hena got ku roja Çarşemê di berbangê de çekdarên bi ser Tirkîyê ve ji erdê û bi topbarandinê êrîşî ser rêya M4 û gundê Um Dibis li rojavayê Eyn Îsa kir.
Wî got ku hêzên wan di encama topbaranê de sivîlek hat kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.
“Doh danê êvarê artêşa Tirkîyê û çekdarên bi ser ve êrîşî derdora bakurê rojhilata bajarokê Eyn Îsa û rêya navdewletî M4 û gundê Dibs kirin. Hêzên me êrîş şikandin û bi dehan êrîşkar hatin kuştin û panzêerek zirxîn hate rûxandin. Jiber bordûman artêşa Tirk sîvîlek jîyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.”