Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Çekdarên Xwecihî li Dêrezorê Êrişî Du Bingehên HSD'ê Dikin


Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)'ê
Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)'ê

Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku çekdarên xwecihî bi çekên doşka û topên hawenê êrişî çeperên hêzên xweparastinê yên li bajarokê Muhêmîdiya li gundewarê rojavayê Dêrezorê kirin, derbarê ziyanên giyanî agahî nehatin bidest xistin.

Her wiha li dij bingeha leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)’ê li zeviyên El-Hêcî ku li qiraxa çemê Firatê li bajarokê El-Hessan e, li rojavayê Dêrezorê armanc hat girtin.

SOHR dibêje "Ev êrîş ji aliyê çekdarên xwecihî ve bi fermana milîsên Îranî yên ku li beravên çemê Firatê, yên li aliyê din yê hemberî herêmên ku di bin kontrola HSDê de ne, têne kirin."

SOHR dide zanîn ku di 23ê Tîrmehê de, çavkaniyên wan şopand ku pevçûnên çekdarî yên tund di navbera endamên Hêzên Sûriya Demokrat ku li bajarokê El-Şuhêl li ser qiraxa çemê Firatê bi cih bûne, û çekdarên xwecihî li bajarokê Bûqrus li gundewarê rojhilatê Dêrazorê qewimîne, bêyî ku ti ziyanên canî bên tomarkirin.

Li aliyek din SOHR ragihand ku raporên dawî yên girêdayî nêzîkbûna di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de didin zanîn ku, li eniyên şer li gundewarên bakur û bakur-rojhilatê Helebê, ev zêdetirî 20 roj in pevçûn dijwar dibin.

SOHR dibêje pevçûn li wê herêmê di navbera komên çekdar de bi domdarî çê dibin, li aliyekî komên çekdar yên "Artêşa Niştimanî" ku Tirkiye piştevaniya wan dike û li aliyê din "Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê" û "Hêzên Azadkirina Efrînê" di nava pevçûn û êrîşan de ne.

"Di vê çarçoveyê de, şer û pevçûnên tund di navbera komên Artêşa Niştimanî û hêzên Kurdî de di seatên serê sibê yên roja Înê de li eniyên Tel Malid Harbel, Mare'i, Hezewan û Mernaz li bakurê Helebê derketin, teqandina çekdan di navbera her du aliyên dijber de dom kirin," SOHR got.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG