Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Giran yên Navbera HSD û Çekdarên bi Piştgirîya Tirkîyê Didomin


Pevçûnên giran yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê didomin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku HSD îro Înê serê sibê li dora Bendava Tişrînê çar operasyonên leşkerî li dar xistine û di wan operasyonan de ji komên bi piştgirîya Tirkîyê 8 kes hatine kuştin.

SOHR da zanîn ku HSD li nêzî Tilsîratel ya li jor Bendava Tişrînê êrîşên dronî birine ser çekarên bi piştgirîya Tirkîyê.

Di encama êrîşê de du maşîne hatine rûxandin û depoyeke çekan hatiye şewitandin.

SOHR dîyar kir ku ser encama êrîşê ti agahîyeke din nehatiye bi dest xistin.

HSD û komên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê ji 12’ê Berfanbarê vir ve êrîşên giran dibin ser hevdu.

SOHR dide zanîn ku ji destpêka pevçûnan ve 409 kes hatine kuştin.

Li gor ragihandina SOHR’ê ji wan kuştîyan 36 sîvîl in, 300 çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê ne û 73 jî endamên HSD’ê ne.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG