Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Em Amade Ne Girtiyên DAIŞ‘ê li Hember Sivîlên Revandî Biguherînîn


Fermandarîya giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê, di daxûyaniyek fermî de ragihadn ku ew amade ne çekdarên DAIŞ'ê yên di dest wan de ne, bi wan sivîlan biguherînin yên hatine revandin.

Çekdarên DAIŞ'ê 25î Tîrmeha derbazbûyî êrîşî bajarê Suweyda yê Sûrî kir bûn û welatiyên sivîl yên ji tayfeya Dirûz armanc girt bûn, hewildan hebûn ku hin berpirsên DAIŞ'ê yên di destê rejîmê de li gel kesên sivîl yên revandî bihên guhertin, lê hewlidanan heta niha ser negirtîye.

Hêzên Sûriya Demokrat HSD'e, ku kontrola herêmên berfireh li Rojhilat û Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikin û piraniya wan ji şervanên Kurd yên YPG'ê pêk tên amadekarîya xwe bo serbest berdana sivîlan da diyar kirin, beşekî daxûyaniya HSD'ê wehaye" Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk jiber ku baweriya bi bêcûdahîya hemû gelê Sûriyê heye, em bo xelkê xwe yê li Suweydayê û malbatên kesên hatine revandin diyar dikin ku, em amade ne girtiyên DAIŞ‘ê yên di dest me de ne, bi sivîlên Suweydayê yên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatin revandina veguhêzin, da ku kesên revandî li malbatên xwe vegerin."

XS
SM
MD
LG