Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Çarenivîsa Kurdan Û Herêmên Wan Piştî Rêkeftina Pence Erdogan


R. T. Erdogan û Mike Pence
R. T. Erdogan û Mike Pence

Îro roja Înê êrîşên Tirkiyê yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bo nehiştina şervanên Kurd û avakirina herêma aram ket roja xwe ya 10an.

Ji dema destpêka êrîên leşkerê Tirkiyê û grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanî kirin bo ser herêmê sedan kesên sivîl û çekdar hatine kuştin û birîndar bûne. Û 100 hezaran kes jî , ji war û malên xwe koçber bûne.

Êrîşa Tirkiyê ciyê nerazîbûna civaka navnetwî bû û zext li ser serokê Amerîka Donald Trump hebûn da ku ev şer bihê ragirtin û bidawî be trajîdyayek mezin ya qurabniyên sivîl û wêrankarîyê derdikeve holê.

Amerîka neçar ma ku şandekê bişîne Tirkiyê, doh roja Pêncşemê şanda Amerîka bi serokatiya Mike Pence cîgirê serokê Amerîka û şanda pê re bû li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civîya.

Piştî civênên dualî zêdetirî 5 seatan dom kir, Mike Pence li Enqerê di preskonferansekê de ragihand ku Amerîka û Trikîye gihane rêkeftinê û di nava 120 seatan de şer dê bihê rawestandin eger ku di dema diyarkirî de hêzên Sûriya Demokrat HSD xwe ji herêma 20 mîlî (32 kîlometrî) vekişîne.

Li gor rêkeftinê û xalên wê, tê xûyakirin ku dê piraniya herêmên Kurdan û gund û bajarên wan kevin di nava herêma aram ya destnîşan kirî de ya ku dê Tirkiyê kontrol bike û birêve bibe.

Newaf Xelil
Newaf Xelil


Pirs ewe li gor sîhwana vê rêkeftinê çarenivîsa şervanên Kurd yên ku DAIŞ li Sûriyê jinav birine dê çi be? Jibo ku ev mijar bihê gotûbêj kirin bernama "Hello Washington" mêhvandarîya berêz Newaf Xelîl Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya û berêz Dr. Abdullah Kiran şirovekar û mamosteyê zanîngehê li Stenbul kir.

Pêşî berêz Newaf Xelîl got"Piştgîrîya navnetewî û ya gelê Kurd û Kurdistaniyan û dost û hevalên me li cihanê pir giringe, heta Kongres û kesayetiyên weke Lindsey graham û Nansi Pelosi li dij biryara Trump disekinin ne ku çûnkî Kurd lehing bûn, qehreman bûn na, jiber ku Kurdan û hevpeymanên xwe DAIŞ di 5 salan de têk bir. Lê niha Amerîka piştî yek Tirliyon û 70 Milyar dolar li Afganistanê xeric kirin niha li pey Talîbanê ye ku wan bo rêkeftinê qayîl bike."

Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê
Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê


Berêz Dr. Abdullah Kiran şirovekar û mamosteyê zanîngehê derbarê xalên rêkeftinê got" Ez pisporê siyaseta navnetewî me, lê min di jiyana xwe de metinek weha sosret nedîye, Erdogan her çi tişt xwestîye, Amerîka jî re ew erê kirîye...Ev ne rêkeftine, eger ku bicih bihê jinavbirina Kurdane, tê wateya nehiştina Kurdistana Sûriyê".

Hello Washington 18 10 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:31 0:00


XS
SM
MD
LG