Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriya Demokrat bi Hevkarîya Hevpeymanan Operasyona Rizgarkirina Minbic Destpêkir


Ajansa Reuters roja çarşemê li gur berpirsên Amerîka ragihand ku, bi beşdarîya hezaran şervanan êrîşa rizgarkirina bajarê Minbic li bakurê rojhilatê Helebê hat destpêkirin.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku, operasyon roja sêşemê hatîye destpêkirin û ewê bo demekê dirêj berdewam bibe, armanc ji vê operasyonê ewe da ku, rê li hember tevlîbûna çekdarên biyanî û derbasbûna wan li herêmê bihê girtin rê li Daişê teng bibe.

Berpirsekî Amerîkî daye zanîn ku, kontrolkirina wê herêmê gelek giringe, jiber ku, ew deriyê yekane yê ku, bi Ewrupa re tê girêdan, êdî dê rê li çekdarên biyanî bê girtin.

Karbidestên Ameîkî dibêjin ewê serbazên Amerîkî beşdarî şerên raste rast nebin, bi tenê ewê weke çavdêr û şêwirmendên hêzên Sûrîya Demokrat li wê herêmê bimînin.

Lê Ramî Abdurrahman berpirsê rêxistina çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê ku, çalakvanên wan li hemû aliyên Sûrîyê hene got, piranîya şervanên beşdar di operasyonê de ji hêzên YPG ne, mirov dikare bêje operasyona YPGê ye, Abdurrahman dîsan dibêje di 24 seatan de hêzên Sûriya Demokrat şiyane 16 gundan rizgar bikin û 15 kîlometran nêzîkî navenda bajarê Minbic bibin.

XS
SM
MD
LG