Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Pevçûn di Navbera Hêzên HSD'ê û Çekdarên DAIŞ'ê de Rû Didin


Hêzên HSDê li Dêrezorî di operasyonên dijî DAIŞê de.
Hêzên HSDê li Dêrezorî di operasyonên dijî DAIŞê de.

Piştî êrîşa li dijî nobedariya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê, li gundewarê Dêrezorê şer û pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de derketin.

Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov (SOHR)'ê roja Şemiyê ragihand ku, du çekdarên şaneyên DAIŞê li ser motorsîklêtekê, bi çekên doşka êrişî dewriyeke leşkerî ya HSD'ê kirin, dema ku zêrevaniya kamyonên petrolê li bajarokê El-Dehlah li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê dikirin.

Di encama şer û pevçûnên herdu aliyan de çendîn kamyon hatine wêran kirin bê ku ziyanên mirovî werin zanînin.

SOHR êrşên DAIŞê yên li herêmên jêr kontrola HSD'ê ji destpêka sala 2024an ve tomar kirine, ew dibêje DAIŞ'ê di êrîşên cûda de, 240 çalakî encamdan, di nav de êrişên çekdarî, îdamkirin û teqînên ku hêzên leşkerî û ewlehiyê dikin armanc.

Li gor SOHR, di wan êrîşan de 106 kes hatine kuştin û weha belge dike:

- 69 endamên HSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hin hêzên din yên leşkerî li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

- 13 endamên DAIŞ'ê.

- 25 sivîl di nav de zarokek, 2 jin û 4 parêzvanên saziyên sivîl.

Êrîşên ku pêkhatine li Dêrezorê 206 êrîş in, di encam de 49 şervan, 18 sivîl ku di nav wan de zarokek û 2 jin hebûn û 8 çekdarên DAIŞ'ê jî hatin kuştin.

Li Hesekê 18 êrîş pêkhatine 11 şervan, 2 sivîl û 5 çekdarênn DAIŞ'ê hatine kuştin.

Li Reqa, di 14 êrîşan de 7 şervan û 5 sivîl di nav de 4 zêrevanên saziyên sivîl yên Rêveberiya Xweser hatin kuştin.

Li Helebê, di 3 êrîşan de 2 endamên HSDê hatin kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG