Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Rexne li Trump Digire ku Gefa Tawanên Ceng Hember Îranê Dike


Çavdêrîya Mafê Mirovan (HRW) bi daxuyanîyeke nivîskî hişyarî da ku ger gefên serokê Amerîka Donald Trump ya êrîşkirina ser şûnwarên çandî yên Îranî pêk werin, ewê bibe tawanên şer.

HRW bang li hikûmeta Amerîkî kir ku demûdest helwesta xwe ya pêbendbûna herdemî ya bi qanûnên navnetewî yên ceng eşkere bike.

“Serok Trump, divê bi eşkereyî gefên ser samana çandî ya Îranê paşve bikşîne û zelal bike ku ewê fermana pêkanîna tawanên ceng nede. Divê Wezareta Berevanî ya Amerîka jî bi vekirî ji bîragiştî re pigirîya xwe ya ser cîhanîna qanûnên navnetewî yên ceng ragihîne, rêvebira bilind ya HRW li Washingtonê, Andrea Prasow got.

HRW îdia kir ku gefên Trump yên hember mîrasa kulturî ya Îranê, girîngînedana rêvebirîya wî ya ser mafên mirovan li Îranê û li cîhên din nîşan dide.

XS
SM
MD
LG