Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan yan Human Rights Watch (HRW) îro Pêncçemê bi raporteke taybet ragihand ku desthilatên Tirkîyê bi hezaran welatîyên Sûrîyê dersînor dikin yan zextê li wan dikin ku ew Tirkîyê biterîkînin û berê xwe bidin bajarokê Girê Spî (Tel Abyad).
Girê Spî yan Tel Ebyad navçeyeke dûr ya li bakurê Sûrîyê ye, girêdayî parêzgeha Reqayê ye û li ser sînorê bi Tirkîyê re bi bajarê sînorî Akçakale ya Riha re wek herema dabeşkirî ye.
Girê Spî ji Cotmeha 2019’an vir ve ji alîyê artêşa Tirkîyê ve hatiye dagirkirin û li gor rexistinên mafan yên navnetweyî li wê heremê şertên mirovahî pir xirab in.
Revebirîya Derîyê sînorî yê Tel Abyadê di navbera Rêbendan û Hezîrana 2023’an de, jimara mehane yan rojane penaberên Sûrî ku ji Tirkîyê derbazî Sûrîyê bûne li ser malpera xwe ya Facebookê weşandîye,li gor şopandina HRW.
HRW di raporta xwe ya îro de dibêje ku jimarên heman malpera Facebook’ê nîşan didin ku, li gor heman heyama sala 2022’an di jimara penaberên Sûrî ku ji Tirkîyê derbazî Sûrîyê bûne, du qat zêdebûnek çêbûye.
HRW bale dikşîne karbidestên Tirkîyê tevahîya penaberên Sûrî ku ji sînor derbazbûne, wek ew “bi dilxwazî” derbazbûne bi nav dike, ku rexistina mafan dibêje ev ne rast e.
Rexistina mafan dîyar dike ku di lêkolînên wê HRW de derketîye hole ku herî kêm ji 2017’an vir ve, hêzên Tirkîyê bi hezaran penaberên Sûrî desteser kirine, girtine û bi lezgînî dersînor kirine; bi gelemperî ew neçar kirine ku formên vegera "dilxwazî" îmza bikin û wan bi zorê derbazî bakurê Sûrîyê kirine.
Cîgirê berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa yê HRW Adam Coogle dîyar dike ku vegerin 'bi dilxwazî' yên ji Tirkîyê, gelek caran vegerên bi destê zorê bo 'herêmên ewle' ne, ku di nava xeterî û bêhêvîtiyê de pêk tên.
“ Soza Tirkîyê ya avakirina 'herêmên ewle' vala ye, dema ku Sûrî jibo xwe ji şertên nemirovahî yên li Tel Abyadê rizgar bikin, neçar dibin ku dest bi rewîtîyên metirsîdar bikin," Adam Coogle got.
HRW dide zanîn ku jederekî têkildar pêzanînên derbazbûnên sînorî yên penaberên Surî ji Tirkîyê daye rexistinê.
Rexistin dibejê ku piştî berhevdayîna wan pêzanînan bi yên fermî yên ku ser malperên Facebookê yên her sê rêvebirîyên derîyên sînorî hatine weşandin, eşkere dikin ku di kategorîzekirina vegerê de nakokî hene.
HRW radigihîne ku pêzanînên pêşkêşkirî dîyar dikin ku di navbera Rêbendan û Berfenbara 2023’an de, Tirkîyê 57 hezar û 519 Sûrî û kesên din ji ser 3 derîyên xwe yên sînorî dersînor kirine.
Rexistina navneteweyî dide zanîn ku 16,652 ji wan 57519 Sûrîyan ji ser derîyê Tel Abyadê hatine dersînor kirin.
HRW dibêje ku karmendên her 3 derîyên sînorî, Bab el-Hewa, Bab el-Selame, Tel Abyad, bi her kesê vedigerin re hevpeyvînê dikin û daneyan berhev dikin; ku di nav de sedemên vegerê jî hene.
Lê, HRW destnîşan dike berpirsên Tirkîyê li ser revebirîyên sînorî yên Bab Selame û Tel Ebyadê kirine ku ew ku jimarên dersînorkirinê belav nekin.Loma jî derîyê Bab el-Selame, herî kêmî ji Îlona 2022’an ve û ya Tel Abyad jî herî kêmî ji Îlona 2022’an ve, tevahîya derbazbûnên ji Tirkîyê wek vegerên "bi dilxwazî" tomar dikin.
HRW bale dikşîne di 2023an de, Tirkîyê şandina Sûrîyên ji ser derîyê Tel Ebyadê re zêde kir, ku ji 2019’an ve di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûrîyê de ye û Enqere piştgirîya wê dike.
“Tirkîye dibêje ku ew armanc dike ku herêmên bakurê Sûrîyê yên di bin kontrola xwe de, tevî Tel Abyad, veguherîne ‘herêmên ewle’. Lê, di rastîyê de, ev herem bi binpêkirina mafên mirovan tije ne,“ raporta HRW dibêje.
Rexistin eşkere dike ku jiber dagirkirina Tirklyê ya di navbera parêzgehên Raqa û Hesekê de bi dirêjahîya 150 kîlometreyan, bi sed hezaran kes bi destê zorê hatine koçber kirin û ew neçar man ku malên xwe biterikînin.
Di Gulana 2022’an de Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan plana avakirina “herêma ewle” li herêmên Bakurê Sûrîyê yên di bin dagirkerîya Tirkiyê de ragihandibû. Erdogan gotibû ku jibo bicihkirina yek mîlyonek Sûrîyên ku li Tirkîyê dijîn wê xanîya ava bikin.
Lê, HRW raporta xwe ya 29’ê Sibatê bi bîr dixe ku komê li wan heremên dagirkirî de binpêkirinên giran ên mafên mirovan belge kirine.
“Li van heremên bêqanûn û neewle, HRW binpêkirinên giran yên mafên mirovan û tawanên şer yên pêkan, yên ku di serî de ji hêla komên çekdar yên herêmî ku Tirkîye piştgirîya wan dike hatine kirin, belge kirine, “ rexistin dibêje.
HRW hevdem dîyar dike ku endamên hêzên çekdar yên Tirkîyê û saziyên îstîxbaratê di pêkanîn û kontrolkirina binpêkirinan de cîh digirên.
Çavdêrîya Mafê Mirovan HRW ragihand ku di amadekirina vê raportê de, bilî pêzanîn, lêkolînên zanîstî û li gor pîvanên mafên mirovan yên navneteweyî komê, bi 11 kesan re jî hevdîtin kirine; 7 kesên ku bi rêka dersînorkirinê hatibûn şandinê Tel Abyadê, lêkolînerek mafên mirovan, karbidestekî deriyê sînor, serokê komeke xwecihî li Tel Abyadê ku mêvandariya derbideran dike û rojnamevanekî.
HRW dîyar dike ku wek dewleta dagirker ya li Tel Abyadê, Tirkîye mecbûr e ku qanûn, nîzam û jîyana giştî ya û Sûrîyên ku li wir ji tundîyê biparêze, çavkanîyên wê çi dibe bila bibe.
“Tirkîye li gor hem bi hiqûqa xwe û hem jî li gor qanûnên mafên mirovan yên navneteweyî berpirsîyar e, ku nehêle karbidestên wê û yên di bin desthilatîya wê de ne, binpêkirina hiqûqa navneteweyî nekin, li ser binpêkirinên îdiakirî lêpirsînan bike û berpirsîyaran bi awayekî guncaw bi darîzane ku werin ceza kirin, “ HRW dibêje.
HRW bi bîr dixe ku Tirkîye Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR), Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî (ICCPR) û Peymana Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî ya 1951’an îmza kirine û bang li desthilatên Tirkîye dike ku li gor pîvana nevegerandinê tevbigere.
“ Ya ku vegerandina her kesî qedexe dike, jibo cîhekî ku wê rastî xeterîya çewisandin, êşkencekirin yan kiryarên hovane ya din werin, yan jî gefek li ser jîyana wan çê dike, “ HRW dibêje.
Qanûna Tirkî ya 6458 ya Derbarê Biyaniyan û Parastina Navdewletî (LFIP), ku di Nîsana 2013an de hat derxistin, ji sûrîyan re "parastina demkî li Tirkiyê peyda dike, venegerandina wan misoger dike, û mayîna wan garantî dike heta ku ewlehî li welatên wan ên resen pêk were."
Rêxistina Mafê Mirovan hevdem bale dikşîne ser qanûna Tirkîyê ya 6458 ya Derbarê Biyanîyan û Parastina Navneteweyî (LFIP), ku di Nîsana 2013’an de derketîye.
HRW dîyar dike ku ev qanûna jibo penaberên Sûrî parastina demkî ya li Tirkiyê peyda dike, venegerandina wan ava dike, û mayîna wan garantî dike heta ku li welatên wan ewlehî pêk were.
Adam Coogle yê HRW dîyar dike ku kesên dersînorkirî yên Tel Abyadê di derbarê wê heremê de wêneyekî nebaş ya şert û mercan xêz dikin, dema ku Tirkîyê wir wek "herêma ewle" dide nasandin.
" Ya ku ew ji pêdivîyên bingehîn bêpar in, di nav de stargeh û xwarin jî, û neçar in ku serî li bijardeyên metirsîdar bidin da ku ji wir derkevin," Coogle got.
Hêjayê gotinê ye ku karbidestên Tirkîyê heya niha li ser vê raporta HRW ya îro ti daxûyanî nedaye.
Jêder: HRW