Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Hikûmeta Tirkîyê Rexne Dike ku Platformên Medya Civakî Bê Deng Dike


Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan (Human Rights Watch/ HRW) raporteke taybet li ser astengkirina platformên medyaya civakî yên li Tirkîyê weşand.

Di raportê de tê rahgihandin ku ev çewsandinê ku li ser medya civakî tên çêkirin yekser azadîya ramanê dixe nav xeterîyê.

Hilbijartinên şaredarîyê wê di 31 Adarê de werin çêkirin.

Rapot yekser bal dikşîne ser vê hilbijartinê û radigîhîne ku gava hilbijartin nêzîk dibe Hikûmeta Tirkîyê, hêlekê de dixwaze sîyasetvanên hevrik bê deng bike û di hêla din de jî pêşî li platformên medyaya civakî yên ku hevrik bigire û hesabên muxalîfan wan asteng bike.

HRW, di raportê de dide zanîn ku daxwazên hikûmetê li ser rewşa mafên mirovan bendan çêdike û ser eşkerekirina ne rekûpêkîyên li Tirkîyê digire.

“Grubên maf û rêxistinên rojnamevanîyê, platformên medyaya civakî pêwîstê astengîyên ku li hemberî wan tê derxistin, ji hikûmtê ji bo rakirina wan daxwazê xwe bînin ziman û jê xwestekên polîtîkayên zelal bikin.”

Sazîyên mafên mirovan yên Tirkîyê jî di derheqê hikûmeta Tirkîyê de nefsî raport weşandibûn.

Sekreterê Giştî yê Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Halîl Îbrahîm Vargun ji Dengê Amerîka re ragihand ku, dema desthilatîya Tirkîyê zagona Dezenformasyonê di parlementoyê de derbaz kir, çewsandinê ser dezgehên ragihandin û ramanê jî bêtir zêde bûn.

“Di vê raporta HRW de jî dîyar dibe ku ev çavtirsandin zêde bûne. Em vê raportê girîng dibînin. Wek ÎHD me jî mîna vê raportê him raport amade kirin û him jî di vî warî de nêrînên xwe me anî ziman. Di vê derê de pêwîste hikûmet jî vê yekê bibîne û astengîyên ku tên çêkirin ji holê rake.”

Serokê Komela Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) Kivanç El jî ev raport ji Dengê Amerîka re şîrove kir.

“A rastî li hemberî vê tabloyê em neheyirîn. Li Tirkîyê ev êdî bûye tiştekî normal. Di van salên dawî de dema hilbijartin destpê dikin qedexeyên li hemberî weşanê jî di himan demê de destpê dikin. Di bin Zagona Dezenformasyonê de niha gelek doz li ser rojnamevanan hatine vekirin. Hevalên me bi biryarên RTUK’ê, mehkemeyan êdî bêzar ketine.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku li hemberî van polîtîkayên hikûmetê partîyên sîyasî yên opozîsyonê bertekên dijwar nîşan dabûn. Lê hîkûmeta Tirkîyê ti daxwazên opozîsyonê nedît û tevahîya wan jî paşguh kiribû.

Dema Qanûna Dezenformasyonê derket, bandora wî jî li ser dezgehên ragihandinê xwe bi giştî nîşan da û ev raporta HRW’yê jî vê yekê careke din tîne ziman.

ED_03_05_2024_HRW_Turkey_Censorship
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
XS
SM
MD
LG