Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Sûrîye bi Awayekî Komî û Neqanûnî Samanên Welatîyan Dicemidîne


Avahiyê Banka Navnedî li Şamê, paytexta Sûrîyê.
Avahiyê Banka Navnedî li Şamê, paytexta Sûrîyê.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) îro Pêncşemê ragihand ku ji destpêka sala 2024'an ve, Wezareta Darayî ya Sûrîyê bi sedan kes û malbatên wan ji başûrê Şamê bi destdanîna neqanûnî ya samanan kirine armanc.

Ev jî tê wateya cezakirina bi komî û binpêkirina mafê milkîyetê, HRW di raporta xwe de got.

Ev biryar li ser bingeha fermaneke sala 2012an derketîye ku destûr dide Wezareta Darayî da ku samanên kesên ku li benda vekolîneê ne bi gumana terorîzmê li gor yasaya berfereh ya dijî terorîzmê ya Sûrîyê, bicemidîne, eger ew kes bi tawanekê nehatibin tawanbar kirin jî.

Adam Coogle, cîgirê rêvebirê Rojhilata Navaîn li HRW, got: "Xuya ye ku şêweyê cemidandina keyfî ya samanan li (devera) Zakîya stratejîyeke berfirehtir ya cezakirina komî ye dijî civakên xwecihî li deverên ku hatine vegerandin."

"Ev jî nîşan dide ku rejîm dixwaze kesên li herêmên jêr kontrol opozisyonê bixe di nava tirs û nerehetîyê de," Adem got.

Raporteke berfereh ku ji 14 rûpelan pêk tê ku îro ji alîyê Tora Sûrî ya Mafên Mirov (SNHR) ve hat belavkirin, diyar kir ku ji destpêka îsal 2024'an ve, ji 817 kesên ku di "biryarên binçavkirinê yên pêşwext" de di sala 2024'an de hatine derxistin. Di wan de 286 kesan belge îmze kirine ku rê didin ewên li bajarokê Zakîya yê girîdayî gundewarê Şamê bimînin piştî ku ew der hat vegerandin.

Rejîmê di wexteke zûtir de lihevhatinek ligel wan çekdarên li herêmê dimînin kiribû ku tevî çekên xwe yên sivk bimînin, lê niha ew ji alîyê desthilata Sûrî ve bi komî tên cezakirin.

Yek ji wan kesan di raportê de got ku ew di nav hejmareke çekdarên opozisyonê de bû yên ku piştî vegerandina Zakîya li dijî koçberkirina bi darê zorê li ber xwe dan. Wî got, di destpêkê de red kir ku biryara bi navê "peymanên lihevhatinê" bi karbidestên rejîma Sûrî re îmza bike.

Wî mêrî herwiha got ku ji wê demê ve wan sê caran bi devkî li hev kiribûn ku çekên xwe radest bikin di berdêla berdana girtîyan de, lê karbidestan sozên xwe bicih neanîn.

"Ev biryar di bingeha xwe de hovane, keyfî, tolhildêr û xerab in," wî got.

HRW û SNHR berê belge kiribûn ku hikûmeta Sûriyê gelek rîyên yasayî ji xwe re dîtine da ku bi neheqî dest deyîne ser milk û samanên taybet yên xelkê, yek ji wan rîyên yaseya keyfî "biryarnameya 63 ya sala 2012'an," e.

Jêder: HRW/SNHR

XS
SM
MD
LG