Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tunebûna Seroktîya Civata Nûneran Bandoreke Çawa li Washingtonê Dike?


Civata Nûneran ya Amerîkîa îro Înê careke din nikarî serokekî nû hilbijarta.

Komarîyên ku di Civata Nûneran de piranî ne, Serokê Komîsyona Dadwerîyê û nûnerê eyaleta Ohio Jim Jordan wekî berbijarê xwe yê bo posta seroktîyê dîyar kiribû.

Lê, di dengdana cara sisêyan ya îro Înê de, Jordan careke din bi ser neket ku 217 (di şertên normal de 218) dengên pêdivî bi dest bixe ku bibe serokê Civata Nûnera.

Di dengdana îro de Jordan tenê 194 dengên hevalên xwe yên Komarî sitandin û 25 qanûndanerên Komarî dijî wî deng dan.

Jim Jordan piştî dengdana têkçûyî ya îro bersîva rojnamevanan dide
Jim Jordan piştî dengdana têkçûyî ya îro bersîva rojnamevanan dide

Di dengdanê de, wek carên berê berbijarê Demokratan Hakeem Jeffries, ku nûnerê New Yorkê ye, tevahîya 210 dengên nûnerên partîya xwe birin.

Di dengdana îro de Serokê Demkî yê Civata Nûneran (Speaker Pro Tempore) Patrick McHenry 6, kandîdê berê Steve Scalise 8 û serokê berê Kevin McCarthy jî 2 deng sitandin û 8 Komarî jî dengên xwe dan namzetên din.

Sedema Krîza Seroktîya Civata Nûneran Çi Ye?

Serokê Civata Nûneran yê berê Kevin McCarthy di 3'ê Cotmehê de ji posta xwe hatibû dûrxistin.

Dû re, Komarîyan Kongresmanê Louisiana , Steve Scalise wek kandîdê xwe dîyar kiribû, lê wî jî nikarîbû dengên pêdivî bi dest bixista ku bibe serok.

Di Civata Nûneran de Partîya Komarî xwedîyê 221 kursîyan e û Partîya Demokrat jî xwedîyê 210 endaman e.

Civata Nûneran Çi Ye?

Hêjayî balkişandinê ye ku Civata Nûneran, beşa jêrîn ya Kongresa Amerîka ye û bi giştî 435 kursîyên wê hene. Hilbijartinên vê civatê her du salan carekê tên nû kirin û endamên wê di asta federal de nûnertîya hemwelatîyên eyaletên xwe dikin.

Hejmara endamên Civata Nûneran ji her eyaletê, li gor nifûsa giştî ya wê eyaletê tên dîyar kirin û encamên serjimêrîya gîştî, ku her 10 salan carekê tê kirin, wek pîvana dîyarkirina hejmara kursîyên hemî eyaletan tê karanîn.

Seroktîya Civata Nûneran Çima Girîng E?

Li gor Qanûna Bingehîn ya Amerîka, Serokê Civata Nûneran bêşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî bi rêve dibe; ajendaya civatê dîyar dike, di avakirin û erkdarkirinên di komîsyonan de xwedîyê biryar e û herwiha di dîyarkirina dengdana ser mijarekê û zelalkirina demên bi karên civatê re girêdayî biryarder e û herwiha rêberê endamên hemî partîyên xwe yên li Civata Nûneran e.

Taybetî di vê demê de tunebûna seroktîya Civata Nûneran ya Amerîkî bûye krîzeke mezin jiber ku Kongresa Amerîkî nikare li ser şerê navbera Îsraîl û Hamasê bi karîgerî rol xwe bilîze.

Serokê Amerîka Joe Biden ji Kongresê 106 mîlyar dolar alîkarîya awarte ji Kongresê xwestibû ku piranî jibo hewcedarîyên leşkerî yên Îsraîl û Ukraynayê were karanîn. Lê, heta ku seroekî Civata Nûneran tunebe, ew biryar nikare ji Kongresê derbaz be.

XS
SM
MD
LG